Ava bendava Duhokê..Gundê beriya 36 salan binav bibû careke din xuya kir

Li Başûrê Kurdistanê kêmbûna avê ku yek bandor li bendava kir, hişt ku bermahiyên beriya dehê salan wenda bibûn careke din xuya bikin. Piştî ku rêjeya ava Bendava Duhokê kêm bû, gundê Qesrokê yê sala 1985’an binav bibûê dîsa derket holê.

Ev der Bendava bajarê Başûrê Kurdistanê Duhok e..

Salên 80’î ji ber zêdebûna rêjeya avê, gelek gund û warên derdorê binav bibûn..

Û yek ji wan jî gundê Qesrokê ye..

Wisa lê hatibû ku ev gund êdî bi temamî hatibû jibîrkirin..

Lê piştî kêmbûna avê û daketina asta bendavê, Qserok careke din xuya kir..

Tevî ku 36 sal di ser re derbas bûne jî hê dîwarên xanî û dibistanê gund saxlem xuya dikin û bûne mîna bermahiyên dîrokî..

Heta beşek ji avahiyên gund ên ku bi dehê salane di bin avê de mabûn, mîna tabloyên hunerî yên taybet xuya dikin..

Back to top button