Malbatên Dag û Er li dijî îdamê bang kirin

Di bûyera têkildarî kuştina rêveberê MÎT’ê Osman Kose de ya 17’ê Tîrmeha 2019’an a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, PDK’ê cezayê îdamê li Mazlûm Dag û Abdûrahman Er birî bû. Malbatên Dag û Er li dijî îdamê banga piştgiriyê li raya giştî kirin.

Malbatên Dag û Er ên li Swîsreyê ji PDK’ê xwestin ku biryara dane betal bikin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin.

Necmedîn Er û Mesûd Alagaş bi navê malbatê axivîn û diyar kirin ku tevî saziyên Kurdan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl ew hewl didin li dijî biryara îdamê raya giştî biafirînin.

Necmedîn Er diyar kir ku biryara îdamê a li dijî ciwanên Kurd wê zerarê bide yekîtiya Kurd û got, “Kurd heta niha bi destê dijminan dihatin îdamkirin, lê niha rêveberiyeke Kurd biryara îdamê daye. Lê belê li dijî vê biryara şaş em ji raya giştî ya navneteweyî li hêviya piştgiriyê ne.”

Hate gotin, di nava çend rojên bê de li Swîsreyê li dijî biryara îdamê wê înstiyatîfek bê avakirin.

Back to top button