Kampa Holê eşîra xewatina banga zêdekirina ewlehiyê kir

Li Kampa Holê bûyerên kuştinê zêde dibin. Ji bo vê jî şêx û rûspiyê herêmê banga zêdekirina operasyonên ewlehiyê li QSD û hêzên Asayîşê kir.

Şêxên eşîra Xewatina ya li navçeya Holê anî ziman, ku bi zêdebûna van êrîşan re, eşkere dibe ku DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin dike.

Şêxeşîran diyar kir ku li gel penaberên Iraqî, bi hezaran malbatên DAIŞî hene, ev yek jî xeteriyeke mezin li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi teybet û li cîhan bi giştî çêdike.

Şêxeşîr û rûspiyên eşîra Xewatîne ji bo vê xeteriyê bang li QSD û Hêzên Asayîşê kir ku tedbîr û operasyonên ewlehî yên berfireh û xurtir pêk bînin.

Back to top button