Balafirên şer ên bê mirov li kampa Mexmûrê dan

Ji ber xemsarî û bêdengiya Bexda, Hewlêr û hêzên cîhanî, dewleta Tirk êrişên bi armnaca kuştina sivîlan dewam dike. Piştî Şengalê, artêşa dagirker vê sibê bi balafirên şer ên bê mirov xaniyên şêniyên Kampa Mexmûrê bombardiman kirin.

Kampa Mexmûrê ku ji sala 1998’an di bin berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî de ye dibe armanca êrişên dewleta Tirk.

Ne tenê Neteweyên Yekbûyî, her wiha bêdengiya Bexda û Hewlêrê jî bi awayekî êrişên li dijî sivîlên Kampê rewa dike.

Artêşa Tirk a hêzên ji vê helwestê digre, demên dawî êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê zêde kirin.

Piştî êrişa doh a li dijî Şengalê, vê sibê balafirên şer ên bê mirov xaniyeke sivîl li nava Kampa Mexmûrê bombardiman kirin.

Heta vê kêliyê nayê zanîn bê kar di êrişê de şehîd hene an na.

Lê eşkere kir ku di encama bombardimanê de dayîkek birîndar bûuye û ziyanî madî li derdorê cêbûne.

Back to top button