Amerîka..Ji ber bagera Ida hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî giişte 46’an-HAT NÛKIRIN

Bagera Îda a rê li ber rabûna lehiyê vekir, li 6 eyaletên Amerîkyê bi bandor e. Heta niha ji ber bager û lehiyê, herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi taybet li bajarê New York û New Jersey rewşa lezgîn hatiye ragihandin. Li herêma Katalonya ya Spanya jî piştî lehiyê bandora wê hîn zêdetir xuya dike.

Li 6 eyaletên Amerîkayê Bagera Îda û li pey wê lehiya ku rabû rê li ber encamên giran vekir.

Li gorî daneyên fermî, heta bi sedan mal li ber lehiyê çûne û di encamê de herî lêm 445 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber bager û lehiyê eyaleta ku herî zêde bi bandor bû New Jersey e.

Waliyê eyaletê Phil Murphy (Fîl Murfî) ragihand ku ji kesê di seyarên xwe de asê mane û li ber ava lehiyê çûne 23 mirov mirine.

Li New Yorkê jî herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest da û di nava wan de 2 zarok hene.

Rayedarên bajêr diyar kirin ku 11 kesên li jêrzemînên avahiyan asê mabûn di avê de fetisîne.

Dîsa li eyaleta Pensîlvaniya 5 û li Ko-nek-tî-ketê jî mirov bûne qurbanê lehiyê.

Hat ragihandin ku li Maryland û Vircînyayê jî 2 kes mirine.

Serokê Amerîkayê Joe Biden rewşa weke nîşaneya aloziya Avhwayê binav kir û got;

Çareserkirina aloziyê pêdiviyeke sereke a rêveberiya Amerîkayê ye. Ev meseleya man û nemanê ye.

Li aliyê din Şaredarê New Yorkê Bîll de Blasîo jî anî ziman ku agahiyên şaş ên pisporên rewşa hawayê bûn sedem ku tedbîrên pêwîst neyên girtin.

De Blasîo hişyar kir ku di rojên pêş de wê rewş ber bi xerabiyê ve biçe..

Di vê navberê de ji ber rabûna lehiyê, gelek stasyonên trên û metro li tevgera çûnûhatinê hatine girtin.

Li Katalonya lehiyê bajarê Alcanar jihev xist

Li Ewropa jî barana zêde bandora xwe di ser Spanya re da nîşandan.

Li herêma Katalonya baranê xanî ji hev xistin û erebe li ber xwe bidin.

Bajarê herî zêde ji lehiyê bandor bûyî jî Alcanar e.

Back to top button