Vîrûs Corona..Li Silêmaniyê 7 kes bi vîrûsê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Silêmaniyê 7 kesên din bi virûsê ketin. 

Wezaretê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li parêzgeha Silêmaniyê 4 jê jin 7 kesên din bi virûsê ketin.

Bi vê yekê jimara kesên heta niha li Başûrê Kurdistanê bi virûsê ketin bû 404, ji wan 375 kes baş bûne, 4 kes mirin û 25 jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Vîrûsa Corona..Li Tirkiyê heta niha 4096 kes bûne qurban

Lê li Tirkiyê ku rojane bi dehan kes bi vîrûsê jiyana xwe ji dest didin, rewş cûda ye.

Herî dawî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ” Di 24 saetên dawî de hezar û 610 kesên din jî bi vîrûsê ketin û 41 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.”

Bi van daneyên dawî, jimara kesên heta niha bi vîrûsê ketine bû 148 hezar û 67 û jimara qurbanan jî bû 4 hezar û 96 kes.

Back to top button