HPG’ê: Li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê 25 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê de li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê 25 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker ku ji gerîla derbên giran dixwe sûcên şer didomîne. HPG’ê ragihand artêşa Tirk li dijî qadên gerîla 13 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi taktîkên dema nû yên gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin û derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 16’ê Tîrmehê li Qada Şikefta Birîndaran li hêzên dagirker hat xistin ku hewl didan bi tank, kepçe û wesayîtên zirxî ber bi çeperên şer ve werin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

17’ê Tîrmehê jî bi rêbaza sabotajê derb li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên Şehîd Ûmîd ve werin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê, 14’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Kamûran ya bi ser Qada Şekîf li hêzên dagirker hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê, 16’ê Tîrmehê li Qada Werxelê bi rêbaza sabotajê derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Savaş Mereş ya Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 15 û 16’ê Tîrmehê li Girê Amediyê 5 caran bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ve werin.

Di encama van çalakiyan de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

15’ê Tîrmehê li Girê Amediyê di encama çalakiya bi rêbaza sabotajê ya tîmên gerok ên YJA Starê de 6 dagirker hatin cezakirin.

16’ê Tîrmehê li Girê Amediyê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bi teqemeniyan çeperên şer bombebaran bikin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

17’ê Tîrmehê dîsa li Qada Girê Amediyê ji du aliyan ve li hêzên dagirker hate xistin. Di encama vê çalakiyê de jî 6 dagirker hatin cezakirin.

HPG: Artêşa dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

Piştî çalakiyê dagirkeran cenazeyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a ku derbên giran dixwe sûcên şer didomîne û got, “16’ê Tîrmehê 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 8 caran bi balafirên şer û 19 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.”

Back to top button