Çeteyên DAIŞ’ê li Humsê êrîşî hêzên hikûmeta Şamê kirin

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilatê Humsê, êrîşî hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Di van rojên dawiyê di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin.

Di sêgoşeya Hema, Reqa û Helebê de şerê her du aliyan berdewam dike.

Piştî ku li herêma di navbera Hema, Reqa û Helebê de bi dehan ji her du aliyan hatin kuştin û birîndarkirin, şer li herêmeke din dest pê kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li herêma Sexne ya gundewarê Humsê yê rojhilat êrîşî nuqteyên hêzên hikûmetê kirin.

Di êrîşên her du aliyan de çekên sivik û giran tên bikaranîn.

Ji ber vê yekê şêniyên herêmê bi hejmareke mezin koçber dibin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî di nava 24 saetên dawî de li sêgoşeya Hema, Reqa û Helebê de 15 leşkerên hikûmeta Şamê û 11 çeteyên Daiş’ê hatin kuştin.

Back to top button