Lêvegereke siyasî tê avakirin..agahiyên berfireh

Çavkaniyên taybet ji qenala me re ragihandin ku, di nava Partiyên Yekîtiya Niştîmanî (PYNK) û Encumena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ev 3 rojin hevdîtin pêk tên. Li gorî çavkaniyan, hevdîtin ji bo avakirina lêvegereke siyasî pêk tê.

Çavkniyan diyar kir ku, erka vê lêvegerê ji bo rêvebirina herêmê û dayîna biryarên leşkerî û siyasî ye.

Di heman demê, ji bo ku bikaribin beşdarî civînên navneteweyî yên ji bo Sûriyê jî bibin.

Her wiha da zanîn ku dê di çend rojên pêşiya me de, encamên hevdîtinan werin eşkerekirin.

Tê zanîn ku, Hezîrana borî de, her du aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku wan qonaxa yekem bi dawî kiriye û gihaştina lihevkirineke destpêkê.

Back to top button