Rûreşiya dewleta Tirk û çeteyên wê di çapameniya cihanî de jî dibe Rojeva sereke

Berdevkê Serokkomarê dewleta tirk Îbrahîm Kalin beşdarî bernameyek ya Deutsche Welle ya Almanî bû li hemberî pirsên zilm û dagirkeriya dewleta Tirk kêliyên zexmet jiya û gelek pirs bê bersîv hiştin.
Kalin ne bi daxwaza xwe jî be diyar kir wan heta niha têkildarî sûcên şer yên çeteyên wan li bakurê Sûrî û bi taybet li Efrînê pêk aniye ti lêpirsînek ne daye despêkirin.

 

Berdevkê Serokomarê dewleta tirk Îbrahîm Kalin di bernameya Conflict Zone ya Deutsche Welle de bi pirsên rexnegir yên rojnamevan Tim Sebastiyan yên der barê Sûrî, bêalîbûna darizandinê û şaredariyên qeyûm lê hatine bicihkirin re rû bi rû ma.

Sebastiyan di despêka hevpeyvînê de bal kişand li ser metirsiya zindbîbûna DAIŞ’ê û ji Kalin pirs kir, bê gelo piştî vê yekê wê lêborîna xwe bixwazin an na.

Tevî vê yekê rojnamevan Sebastiyan destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk malên sivîlan wêran dike, wan ji malên wan derdixe û got, “Ev hemû ji bo we ma ne diyariyek bişerefe?

Lê belê Îbrahîm Kalin ev pirs bê bersîv hiştin.

DEZGEHA ÇAPAMENIYÊ ‘DW’: WE JI BO LÊPIRSÎNA SÛCÊN ŞER ÇEND LÊPIRSÎN DANE DESTPÊKIRIN ?

Rojnamevan, her weha ji Îbrahîm Kalin pirsî bê der barê binpêkirinên sûcên şer yên çeteyên dewleta Tirk de çend lêpirsîn dane destpêkirin, lê Kalin ev jî bê bersîv hişt û got, “Hun dikarin weke rojnamevaneke baş lêkolîn bikin û bizanin.”

Lê rojnamevan Sebastian li ser vê yekê bi israr ji Kalin re got,

“Hun jî nizanin ne weha? Tenê gotina, me lêpirsîn daye despêkirin hinceteke.”

BERDEVKÊ ERDOGAN BEŞDARÎ ‘DW’ BÛ MIJAR BÛ EFRÎN, KALIN JI PIRSÊ REVIYA

Berdevkê serokkomarê dewleta Tirk li ser pirsên der barê Efrînê de jî hewl da ku rewşê bi awayekî herî baş nîşan bike, lê belê daneyên rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî axaftinên wî pûç kir û ev hişt ku mijarê biguherîne.

Rojnamevan, mijara qeyûmên ji aliyê hikumeta faşîst ya AKP’ê ve li ser vîna gelê bakurê kurdistanê hatî xespkirin pirs kir.

Kalin ê ku xwest bi hinceta ku piştevaniya PKK’ê dikin qeyûman rewa bike rastî pirsa ‘heta niha çiqas ji wan ceza lê hetiye birîn’ hat.

Kalinê bê çare mayî li vê yekê mikur hat ku agahiya wî jê tune ye.

DEZGEHA ÇAPAMENIYÊ ‘DW’: ÇI BI BAWERNAMEYA WE YA PAQIJ HAT ?

Rojnamevanê ku tam bersiva xwe negirtî li ser vê diyar kir ku heta niha ceza li ti kesî ne hatiye birîn û pirsa ‘çi bi bawernameya we ya paqij hat? pêşkêşî Kalin kir.

Kalin tene bersîva “dema darizandina wan dewam dike” da.

Ev pirsa rojnamevan hişt ku êdî Berdevkê Serokkomarê dewleta tirk Îbrahîm Kalin bi reva ji bersiva pirsan, formata bernamê biguhere û ev yek bû sedema ku bername bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close