Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna dadgeha Hevpeymana Civakî erê kir

Di çarçoveya pêkanîna Hevpeymana Civakî ya Meclisa Gelan a Demokratîk di 12’ê Kanûnê de erê kiriye, meclisê qanûna dadgeha Hevpeymana Civakî erê kir.

Di civînê de desteya hevseroketiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk, meclisên edaleta civakî, Desteya Hiqûq û Edaletê û dîwana komîteya sazkirina Hevpeymana Civakî amade bûn.

Reşnivîsa qanûna dadgeha Hevpeymana Civakî di civînê de hate xwendin.

Di qanûnê de 6 beş û 11 made hene.

Ji wan armanca dadgehê, mercên endamtiyê, biryar, hukim û teşeya dadgehê hatine diyarkirin.

Piştî hemû made hatin xwendin, ew ji aliyê beşdaran û endamên dîwanê ve hatin erêkirin.

Piştre, Meclisa Giştî hin nameyên ku ji aliyê Meclisa Rêveber ve hatibûn pêşkêşkirin erê kirin.

Ji wan erkdarkirina Ehmed Şêxo wek hevserokê Komîteya Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweser hate hilbijartin.

Nebîl Çawîş wek hevserokê Meclisa Edaleta Civakî û Turfe Ehmed El Osman jî wek cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.

Back to top button