Li Xaneqînê 2 çekdarên heşdî eşayerî hate kuştin

Li Iraq û Başûrê Kurdistan liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê didome.

Çeteyên DAIŞ”ê li herêma Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê êrişî Heşdî Eşayerî kirin û 2 çekdarên Heşdî Eşayerî hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê doh êvarê li gundê Keşekiwle ya ser bi navçeye Qeretepe ya Xaneqînê ya parêzgeha Diyale li dijî noxteyek Heşdî Eşayerî êriş pêk anî. Di navbera aliyan de şer rû dide.

Piştî êrişê çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya gundê Keşekiwle kemîn datîne.

Li gor Rêveberê Asayişa bajaroka Kokis a ser bi Kifrî Şemal Ebdulrehman ragihand ku demaWesayîtek Heşd li Qeretepe bi hewara hêzên xwe çûne, çeteyên DAIŞ’ê li gundê Keşekewil bombe bi wesayîta hêzên Heşdî Eşayerî ve diteqîne.

Di encama êrişê de herî kêm 2 çekdarên Heşdî Eşayerî hatine kuştin û çend birîndar bûne.

Back to top button