Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî ,Wezareta Derve ya Iraqê, Komkara Erebî û Tevgera Goran nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û hat xwestin hêzên xwe ji nava xaka Iraqê vekişîne.
Qeys El Xezelî li Bexda di serdana xwe de têkildarî êrişan helwesta xwe diyar kir û got :
“Hebûna hêzên Tirkiyeyê li ser axa Iraqê niha metirsiya wan ji hêzên Amerîka zêdetire.”
Wezareta Derve ya Iraqê: Divê Tirkiye hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne
Wezareta Derve ya Iraqê jî daxwiyaniyek da .
Wezaretê di daxwiyaniyê de bi fermî ji Tirkiyê xwest ku hemû hêzên xwe ji nava xaka Iraqê vekişîne û rêzê ji serweriya xaka Iraqê re bigire.
Tevgera Goran: Divê li dijî êrişan helwesta zelal a Iraq û herêma Kurdistanê hebe
Tevgera Goran bi daxwaznameyekê daxwaz ji saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê kir ku weke dijberiya şer û pêkanîna aştî û aramiyê helwestê nîşan bidin.
Komkara erebî bang li Tirkiyê kir ku rêzê ji serweriya Iraqê re bigre
Li aliyekî din Sekreterê giştî yê komkara welatên Ereb Ehmed Ebû- El-xêt bang li Tirkiyê kir ku van tevgerên xwe rawestîne û rêzê ji serweriya Iraqê re bigre