KNK: Divê PDK tevkariya bi dagirkeriyê re bi dawî bike

Li dijî van êrişan hêrseke mezin tê nîşandan.
Hevserokên KNK û Cîgirê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî ev êriş red kirin

Hevserokên KNK’ê Ehmed Karamûs û Zeyneb Murad têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Ehmed Qeremûs bal kişand li hevkariya PDK’ê ya di vî şerî de anî ziman “Ti berjewendiya gelê Kurd di vî şerî de tune ye.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî dazanîn ku ev êriş bi armanca qirkirin û têkbirina destekftî û nirxên gelê Kurd e û bandorê li çar hêlên Kurdistanê dike.

Hevserokên KNK’ê bang li PDK’ê kir ku di zûtirîn dem de hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bi dawî bike.

Kerîm Behrî: Tevlîbûna PDK’ê ya di êrişan de siberoja kurdistanê tarî dike

Cîgirê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî, anî ziman “Tevlîbûna PDK’ê ya di êrişên li ser gerîla de siberoja Kurdistanê tarî dike. ”

Parlamenter Kerîm Behrî dibêje:

“Ev êriş ne tiştekî nû ye û Tirkiye ji kevin de Kerkûk jî di nav de çav berdaya Kurdistanê.

Hemû Kurdistanê weke xaka xwe dibîne û Iraq û Başûr jî di asta wan binpêkirina de bêdeng in û ti bertek û nerazîbûnê nîşan nadin.”

Elî Kerîmî: PDK beşek ji împeratoriya Osmanî ya nû ye

Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî jî li dijî heman êrişan nerazîbûn nîşan da.

Elî Kerîmî jî diyar kir ku Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û ji bo vê pêngavê jî malbata Barzanî hevkariya wê dike.

Back to top button