Îro Civaka Êzidî Çarşema Sor pêşwazî dike.
Bi vê boneyê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Koordînasyona Kongreya Star, bi daxuyaniyên cuda vê rojê li civaka Êzidî pîroz kir.
Aliyan hêviyên xwe ji bo jiyaneke hevbeş anî ziman.
Cejna Çarşema Sor cejina herî kevnar a civaka Êzîdiyan e. Ev cejin her sal di Çarşema duyem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin.
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi vê boneyê ev daxuyanî da:
“Cejna Çarşema serê salê ku cejnek pîroz e, gelê me rojên dîrokî derbas dike, di nava planên hebûn û tunebûnê de ne.
Lê ya girîng civaka me xwedî li nirxên xwe derdikeve, ji ber ku xwedîderketina li Şengalê, xwedîderketina li nirxê xwe ye.”
Kongra Star: Ev roj bibîrxistina hemû pîvanên biratî û jiyana hevbeş e
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava jî bi heman armancê daxuyanî da û ev tişt anî zimên:
“Em vê cejnê li Êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, Şengal û cîhanê pîroz dikin. Ev boneya bibîrxistina hemû pîvanên biratiyê û piştrastkirina jiyana hevbeş e.”