Êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ya Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Li dijî vê hevkariyê Parêzer, Siyasetmedar, Oldar û Şêniyên herêmê bi hêrsin û bang li civaka navnetweyî kirin ku li himber van sûcan hişiyar bibin
Li dijî êrîşên dijwar yên dewleta tirk nerazîbûn zêde dibin
Serokê Nivîsgeha Al El-Beyt a Tebqayê Şêx Ednan Elêwî diyar kir ku
“Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, bi navê îslamê êrişî herêmên cîran dike.
Ednan Elêwî bang li oldarên li Tirkiyê kir û got
” Heke hûn tevnegerin, wê xwedê hesabê vê bêdengiya we bixwaze”
Şukrî Şêxanî: Bi hevgirtinê wê dagirkerî pûç bibe
Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksazî Şukrî Şêxanî jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xira bike.
Ji ber wê gereke yekitî û hevgirtina gel esas be..
Parêzer: Tişta ku Tirkiyê dike ne ji zagonên mafê mirovan e
Têkildarî heman mijarê Parêzer Şahîn Lalê diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a faşîst li hundir û derveyî Tirkiyê li dijî zagonên navneteweyî ne.
Parêzer Xufran Xelef jî da zanîn ev bêdengî nîşan dide ku dewleta Tirk xwe li jora Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û hevpeymana Neteweyên Yekbûyî dibîne.”
Divê rêxistinên navneteweyî di vê mijarê de helwesteke cidî bigirin.”
Kobanî: Divê gel xwe bi xwe biparêze û berxwedaniya xwe xurt bike
Li aliyekî din Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, Fethî Elî bang li gel kir ku xwe biparêzin ji ber bersiva herî xurt a li hembeî dewleta Tirk yekitî û hevgirtin e.
Her wiha Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl got:
“Erka sereke ya ku dikeve ser milê ciwanan, xwe birêxistin bikin, asta zanebûnê xurt bikin.”
Şêrîn Miho: Tirkiyê dixwaze şêniyan koçber bike
Hevseroka Şaredariya Gel a Zirganê Şêrîn Miho jî dibêje:
“Dewleta Tirk zêdetirî 6 caran şaredariya gel a navçeyê topbaran kiriye.”