“Ev peyman vîna gelê Şengalê tune dike û rê li pêşiya êrîşên nû vedike”

Êzidiyên Efrînê li ser peymana têkildarî Şengalê nerazîbûnên xwe nîşan da û piştrast kir ku ev peyman rê li pêşiya êrîşên nû vedike.

Êzidiyên Efrînê teqez kir ku ew bi ti awayî vê lihevkirinê qebûl nakin.

Êzidiyên Efrînê her wiha bang li tevahiya Kurdan kir ku rê li ber hewldanên qirkirina çanda Êzidî bigirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî, Rojnamevan Necmettîn Salaz ku pisporê herêmê ye diyar kir, dewleta Tirk di siyaseta navxweyî de, ketiye rewşeke xirab û bi van planan dixwaze berê gel bide derve.

Salaz bang li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî planên qirêj yek dest bin.

Back to top button