Bi boneya salavegera 3. a rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê ye, Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Leşkerî şahiyekê li dar dixin.
Bi sedan şênî, rûrspî, saziyên Meclisa sivîl û leşkerî ya Reqayê beşdarî şahiyê bûne.
Di şahiyê de, gelek axaftin hatin kirin û salvegera rizgarkirina Reqayê li şêniyan hat pîrozkirin.
Kesên axivîn îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmê kir û anî ziman ku bi yekîtiyê ew ê rê li ber hemû hewldanên tevliheviyê bigirin.
Di şahiyê de, sinefizyonek li ser kar û xebata jinûveavakirina Reqayê hat pêşkêşkirin.
Şahî bi gerandina xelekên govend û stranên gelêrî dewam dike.