Kongreya Star li Rimêlan kongra ya xwe ya 8. pêk tîne

Bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan, dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinan misoger bikin” kongireya 8. a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê kir.

Kongre li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê, bi beşdarbûna 300 delegeyên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Heleb û Şamê û hin aliyên din, tê lidarxistin.

Di kongreyê de, rêbazên birêxistinkirina jinên herêmê, xwegihandina hemû jinan û derbaskirina astengiyên li pêş wan di civakê de, tên nîqaşkirin.

Axaftin jî ji aliyê Rêveberiya Xewser û hin nûnerên aliyên siyasî û leşkerî ve, hatin kirin.

Di axaftinan de, nîqaş li ser rola girîng a jinê di şoreşê de û sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan, hatin kirin.

Back to top button