
Artêşa Tirk a dagirker nuqteya xwe ya li Mork a li gundewarê Hemayê vala kir.
Li gorî çavkaniyên ji hindirê bajarê Mork, ji sedî 80 dewleta Tirk nuqteya xwe vala kiriye.
Îro bi dehan maşîneyên leşkerî û lojstîk yên Tirkî ji nuqteya Mork derket û da ser rêya M5 a Şam-Helebê û ber bi bakurê Sûriyê ve çû.
Derketina artêşa Tirk ji nuqteya Mork, piştî lihevkirina Tirkiyê-Rûsya ya valakirina 3 nuqteyên li herêmên jêr kontrola Hikumeta Şamê pêk hat.
Li gorî lihevkirinê, divê Tirkiyê ji nuqteya” Mork û Şêr Mixar” yên Hemayê û “El-Serman” a Idlibê vekişe.