Çeteyên DAIŞ’ê berpirsyartiya kuştina 3 ciwanên Kurd ên Kerkûkê, girt ser xwe.
Şeva 17’ê Cotmehê, di navbera gundê Tolik û Bîrespanî li sînorê Şêx Bizênî yê bajarokê Şiwan ê Kerkûkê, 3 ciwanên Kurd kuştî hatin dîtin.
Çeteyên DAIŞ’ê bi daxuyaniyeke kuştina hersê ciwanên Kurd girt ser xwe.
Çeteyan diyar kir ku, di nava kesên kuştî de, pêşmergeyek jî hebû.
Ev demek e li Başûrê Kurdistan taybet jî xeta Raperîn, Kerkûk û herêmên binakok liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêdetir bûye.