Eyûb Barzanî: PDK nûnertiya mala Barzanî û Başûr nake

Ji malbata Barzanî bi xwe jî êdî li dijî hevkariya PDK’ê ya di êrişên Tirkiyê de nerazîbûn tên nîşandan.
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî ku kurapê Mesûd Barzanî ye, ji teleizyona me Ronahî re axivî.
Eyûp Barzanî diyar kir ku PDK nûnertiya Mala Barzanî û Başûrê Kurdistanê nake û gelê Başûr li dijî siyaseta wê ne û vê hevkariyê qebûl nake.

Yek ji kesayetên naskirî yên ji malbata Barzanî, siyasetmedar û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî ye.

Eyûb kurapê Mesûd Barzanî ye.

Li ser êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê ya di van êrişan de, Eyûb Barzanî tevlî bernamya Bûyer a televîzyona me bû û hevkariya PDK’ê şermezar kir.

Eyûb Barzanî da xuyakirin ku ew weke kesayetek ji malbata Barzanî, PDK nûnertiya wan û gelê Başûr nake.

Eyûb Barzanî: Dewleta Tirk PDK’ê weke amûrekî li dijî PKK û gelê Kurd bi kar tîne

Siyasetmedarê Kurd dazanîn ku dewleta Tirk PDK’ê weke kaxezekê li dijî PKK û gelê Kurd bi kar tîne.

Eyûb Barzanî: Gelek kesayetên malbata Barzanî ji hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re nerazî ne

Eyûb Barzanî destnîşan kir ku gelek kesayetên malbata Barzanî ji vê hevkariya PDK”ê nerazî ne lê nikarin biaxivin.

Back to top button