Îmad Dawûd: Rewşa çandiniyê ji ber dorpêçê pir xerab e

​​​​​​Dorpêçkirina Şehbayê çandinî jî di nav de, ji her alî ve bandor li jiyana şêniyên wê kiriye.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Îmad Dawûd dibêje:
“Vê dorpêçê rewşa çandiniyê pir xera kiriye û bûye sedem ku zeviyên çandiniyê kêm bibin.”

Îmad Dawûd anî ziman cotkarê ku berê 10 hektar genim diçandin, niha nikare hektarekê jî biçîne û got:

“Sedem jî nebûna mazot û pêdiviyên çandiniyê ye.

Eger werin dîtin jî bi buhayên giran tên firotin.”

Dawûd da zanîn ev siyaseta hikumeta Şamê, di serî de xizmeta berjewandiyên dewleta Tirk a dagirker dike.

Û piştrast kir “Ev siyaset ji bo lawazkirina berxwedana gel tê meşandin”

Îmad Dawûd dawiyê bi bîr xist ku Rêveberiya xweser li gorî derfetên xwe alîkariya gel di warê çandiniyê de dike.

Back to top button