Gardiyanan li Kandirayê bi ser girtiyên jin ên Kurd de girtin

Gardiyanan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandira ên girtiyên jin ên siyasetmedar de girtin, û hemû amûr û nîşenêyên wan ên nivîskî desteser kirin. Meclisa Jinê ya HDP’ê jî, têkildarî serdegirtina kowuşên girtiyên daxuyanî da û diyar kir ku çiqas êrîş bên kirin ew ê piştevaniya xwe mezin bikin.

Zext û binpêkirinên di girtîgehên Tirkiyê dewam dikin.

Girtiyên PKK û PAJK di 27’ê mijdarêde bi armanca tecrîd û binpêkirina mafan şermezar bike dest bi çalakiya bêdem û bê-dorveger a 5 rojan kiribûn.

Gardiyan û leşkeran li Girtîgegeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê bi ser kowuşa girtiyên jinên kurd ên siyasetmedar ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine de girtin.

Piştî ku Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demirel dest bi greva birçîbûnê kir, gardiyan bi saetan lêgerîn kirin, hemû amûr û nîşeyên wan ên nivîskî desteser kirin.

Hevşaredara Dersimê ya berê Nurhayat Altun, bi rêya telefonê agahî da malbata xwe û diyar kir ku gerdiyanan bi ser gelek kauşên siyasetmedarên jin ên Kurd de girtin.

Nûrhayat destnîşan kir ku bi ser kawşên siyasetmedarên ku dadgeha bilind dosyayên wan xera kirine de girtine û bi vê serdegirtinê dixwazin delîlan kom bikin.

Li aliyekî din girtiyên siyasî ji bo biçin girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye sewqa xwe xwestine.

Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kouşan îşkence ye

Meclisa Jinê ya HDP’ê, têkildarî serdegirtina kawuşên siyasetmedarên jin ên ku li Girtîgeha Jimara 1 a Tîpa F a Kandirayê girtî ne de daxuyaniyeke nivîskî da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku serdegirtina kawuşên girtîgehan îşkence ye û got: ”Hûn çiqas êriş bikin em ê jî ewqas bi hêz bibin û piştevaniya xwe mezin bikin.”

Back to top button