Rêxistina Koçberan a Navnetewî Lîbya di mijara koçberan de hişyar kir

Rêxistina Koçberan a Navnetewî (IOM) ragihand ku di nava 48 saetên derbasbûyî de bi hezaran koçberên di ser Lîbya re dixwestin xwe bigihênin Ewropa hatine vegerandin.

Navnda rêxistinê ya li Lîbya li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku di nava 2 rojên derbasbûyî de nêzî hezar kesên ku dixwest xwe bigihînin Ewropa ji aliyê hêzên parastina deryayî ve hatine vegerandin.

Rêxistinê ji bo kirinên keyfî yên li welat jî hişyarî da.

Berdevka rêxistinê Safa Msehili got,

Nêzî hezar jin, xurt û zarok di nava şert û mercên zehmet de têne ragirtin.

Rêxistinê diyar kir ku ji bo alîkariyê tîmên xwe şandine herêmê.

Li gorî daneyên rêxistinê di nava sala derbasbûyî de, herî kêm hezar û 200 kes dema bi keştiyên pilastîk yên biçûk dixwestin di ser Derya Spî xwe bigihînin Ewropa mirin.

Her wiha koçberên ku ji aliyê parêzavanên deryayê ve tên girtin ji bo welat têne vegerandin.

Rêxistina Mafê Mirova jî vê yekê bi tundî rexne dike û dibêje şert û mercên koçberên di kampên li Lîbyayê de nebaş û girtinên keyfî pêk tên.

Back to top button