Dewleta Tirk li Rojava sivîlan dikuje

Li ser asta cîhanê, senatro, parlementer, nivîskar û parêzvanên mafê mirovan, li dijî êrişên dagirkeriya Tirk nerazîbûn nîşan dan.
Di peyaman de, bêdengiya hêzên cîhanî weke cihê şermê tê pênasekirin.

  • Jan van Aken-Biologîst û siyasetvanê Alman.

Çima her dever bê deng e?

Ma gelo jiyana mirovên Ukraynî ji ya Kurdan bi qîmetir e?

Ma sûcên şer ên Tirkiyê ji ên Rûsyayê kêmtir in?

Kesên ku ji bo Ukraynayê bang dikin û li hemberî êrişên Tirkiyê bêdeng in, êdî bawerî bi wan nemaye.

  • Xalid Silêman-Xwezaparêz û nivîskarê Iraqî

Artêşa Erdogan li Bakurê Sûrî, avahiyên jêrzemîn, navendên avê, dibistan, nexweşxane û çavkaniyên jiyanê tine dike. Temaşekirina li van êrişan, mirovan xemgîn dike. Dewleta Tirk a nijadperest li ser tinebûna Kurdan hatiye avakirin. Dijberiya Kurdan, hîmê sereke ê hebûna Tirkiyê ye.

  • Bob Menendez-Senatorê Amerîkî

Tirkiyê êrişî hevkarê Amerîkayê, QSD’ê dike. Li gel vê Sûrî û Iraqê bombardiman dike.
Ev yekê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê gefeke mezin e. Tirkiyê di van êrişan de sivîlan dikuje, avahiyên jêrzemînan wêran dike. Yên ku van êrişan pêk tîne nabe bibe hevalbendê Amerîkayê.

  • Tobias Huch-Nivîskar û parêzvanê Mafê Mirovan

Hun li ser rewşa Uguran dinivîsînin. Lê henekê xwe bi êşa gelê Kurd dikin. Terora dewleta Tirk a li dijî Kurdan eşkere ye.

Back to top button