Şêxên Tebqayê piştgirî dan Rêveberiya xweser û QSD

Bertekên gelê li dijî êrişan roj bi roj zêdetir dibe. Şêniyên Tebqayê û Helebê li dijî êrişan daxuyanî dan û li dijî êrişan peymana berxwedanê û tekoşînê li gorî şerê gel ê şoreşgerî da.

Şêx û rûspiyên eşîrên ereb yên li Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Şêxê Eşrîa El-Bûxemîs Hisên El-Raşid ve hat xwendin.

Hisên da zanîn ku delweta Tirk ji van êrişan armanc dike ku projeya Rêveberiya Xweser û ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe.

Di dawiyê de Şêxên herêma Tebqayê piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Rêveberiya Xwerser e anîn ziman..

Li Helebê li dijî êrişên li ser Rojava peymana berxwedanê hat dayîn

Saziya Birîndarên Şer û Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê jî bi daxuyaniyên cuda êrişên li ser herêmê şermezar kirin.

Her wiha bang li gelên herêmê kirin ku li dijî êirşan asta berxwedan û tekoşînê li gorî şerê gel ê şoreşgerî mezintir bikin.

Back to top button