Xelkê Siwêdayê careke din li dijî hebûna hikumeta Şamê derketin xwepêşandanan..
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Şêniyên Siwêdayê li Qada çerxerêya El Meşneqa kom bûn û ji bo nebaşbûna rewşa jiyanî xwepêşandanek li dar xistin..kirin.
Di çalakiyê de banga hilweşandina rêjîmê hate kirin.
Çalakvanan di xwepêşandana xwe de êrişî gelek erebe, navend û nuqtên girêdayî hikûmeta Şamê kirin û agir berda wan.
hêzên hikûmeta Şamê jî bê ser û ber gule li xwepêşanderan reşandin.
li vir, xwepêşandêrek û leşkerek hêzên hikûmetê hatine kuştin û 6 xwepêşandêr bi giranî birîndar bûne.