Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên derdora Zaxoyê bombebaran kirin. Di encamê de ziyanek mezin gihişt rez, bax û xaniyên welatiyan.
Di saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker derdora bajaroka Derkarê ya Zaxo ya ser bi Dihokê topbaran kiribû.
Di saetên êvarê de jî carek din balefirên şer ên Tirk û topxaneyên artêşa Tirk ên di nava xaka Herêma Kurdistanê de ne, derdora bajaroka Derkarê bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyan ji ber bombebaranê ziyanek mezin bi rez, bax û xaniyên welatiyan gihaye.