ERDOGAN: EM BI NIYET IN… TEVÎ ZEXTÊN EMERÎKÎ EM JI KIRÎNA S-400 VENAGERIN

Nakokiyên hevkaran der barê wergirtina fûzeyên S-400 de zêdetir dibin. Herî dawî Waşinton hişyarî da Enqereyê da ku ji vê yekê vegere yan jî wê cezayan lê bibire. Erdogan jî israra xwe nû dike.

Serokê AKP’ê Erdogan îro teqez kir ku welatê wî tevî zextên Amerîkî ji lihevkirina pergala S-400 a Rûsî venakişe.

Erdogan got:

Em bi nityet in… em ji vê yekê jî venagerin.

Hefteya borî berpirseke payebilind a Amerîkî ragihandibû ku wê Amerîka cezayan li Tirkiyê ferz bike, eger Tirkiyê ji ya xwe danekeve.

Tirkiye jî ev zext red kir û dibêje ku kirîna S-400 a Rûsî lihevkirineke qedyayî ye.

Leave a Reply

Back to top button