ÎRA: LI TIRKIYÊ 157 ROJNAMEGER CEJNÊ LI GIRTÎHEHAN PÊŞWAZÎ DIKIN

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora Gulanê ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi raya giştî re parve kir. Înîsiyatîfê, di raporê de diyar kir ku 157 rojnameger cejna Remezanê di girtîgehan de pêşwazî dikin.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) , anî ziman ku politîkayên tundiyê ya Îktîdara AKP’ê ya li ser medyaya ku serî natewîne bi rê û rêbazên cuda didome.

Înîsiyatifê wiha got:

“Li kolanê li rojnamevanan tê xistin, Xebata wan tên astenkirin û rûmeta wan tê kişandin.

Em hemû tundî û êrîşa li dijî rojnamegeran şermezar dikin. ”

Înîsiyatifê daxwaz kir ku qedexeya li ser weşanan, cezayên li rojnamegeran tên birîn, dozên tên vekirin, binçavkirin û girtin bi dawî bibin .

Binpêkirina mafên rojnamegeran a Meha Gulanê li Tirkiyê wiha ye:

157 Rojnameger Cejna Remezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin.

Leave a Reply

Back to top button