Berdevkê artêşa Iraqî Yihya Resûl ragihand ku Ajansa Têkbirina Terorê 10 çeteyên DAIŞ’ê li Nînewayê kuştin.
Yihya Resûl da xuyakirin ku Ajansê bi piştgiriya balafirên artêş û Koalîsyonê, operasyonek li çiyayê Qereçoxê pêk anî.
Di encamê de, 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 9 veşartgeh û embareke xwarin û dermanan hatin wêrankirin.
Ajansa Istixbarat û lêpirsînan jî, 2 jinên DAIŞ’î li parêzgeha Selahedînê girtin.
Yek ji wan, pispora çêkirina mayînan bû.
Di heman çarçoveyê de, istixbarata Kerkûkê serçeteyekî ku komkujiya Spayker a li Selahedînê pêk anîbû, girt.