HDP îro bi slogana “li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî ” dadikeve qadan

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP îro gava sêyemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” bi slogana “Tev bi hev re li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” li Mêrdîn û Stenbolê dide destpêkirin. Wê pêngav, bi “çalakiyên zîncîrên aştiyê” ku roja 1’ê Îlonê wê bên lidarxistin, bi dawî bibe.

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê wê îro gava sêyemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk li Mêrdîn û Stenbolê bide destpêkirin.

Dûrişmeya gava sêyemîn a pêngavê weke “Tev bi hev re li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” hat diyarkirin.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan li Stenbolê, Mîthat Sancar jî wê li Mêrdînê derbarê gava sêyemên de daxuyaniyan bidin.

Tê de wê raporên “derbeyên” qeyûman ên li dijî nasnameya Kurd û jinan bên biparvekirin.

Di çaroveya pêngavê de, wê di navbera 20 û 28’ê Tebaxê de bi beşdariya hevserokên giştî li Dîlok, Agirî, Mûş, Mûgla, Manîsayê serdana dikandaran were kirin.

Wê daxuyaniya encama têkoşîna bernameya 3 mehan jî, di 31’ê Tebaxê de bi raya giştî re bê biparvekirin.

Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de jî dawîbûna pêngavê pêk bê.

1’ê Îlonê her wiha wê li Stenbol, Amed, Edene, Antalya, Riha, Wan, Enqere û Îzmîrê “çalakiyên zîncîrên aştiyê” bên lidarxistin.

HDP di nava sê mehên dawî de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, weke gava yekemîn “Meşa Demokrasiyê” gava duyemîn “Hevdîtinên Demokrasiyê”, gava sêyemîn jî “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” pêk anî.

Back to top button