Hefter pêşwaziya rêveberê istixbarata cengî ya Misirê dike

Piştî civîna sê-alî ya di navbera Qeter, Tirkiye û hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî de û lihevkirinên ku îmze kirin, fermandarê giştî yê artêşa niştimanî Xelîfe Hefter pêşwaziya rêveberê istixbarata cengî ya Misirê kir û nameyek ji serokkomarê Misirê Ebdul Fetah Sîsî wergirt. Her wiha pasvanên dezgehên petrolê, li ser fermana Hefter, zevî û benderên petrolê vekirin.

Fermandarê giştî yê artêşa niştimanî ya Lîbî Xelîfe Hefter, pêşwaziya rêveberê istixbarata cengî ya Misirê Lîwa Xalid Micawir kir.

Li gorî navenda ragihandinê ya artêşa Lîbî, Micawir, nameyeke girîng ji serokkomarê Misirê Ebdul Fetah Sîsî, radestî Hefter kir.

Derbarê lihevkirina Qeter û Tirkiyê ya veguherandina bendergeha Misrata bo baregeheke leşkerî ya Enqereyê, berpirsekî Misirî ragihand ku ev lihevkirin serweriya Lîbyayê binpê dike û gefê li tevahiya herêmê dixwe.

Berpirsê Misirî, bêyî ku navê xwe eşkere bike, ji Rojnameya Şerq El-Ewset re axivî û diyar kir ku ev lihevkirin, peymana Sixêratê û biryarên Konseya Ewlekariyê ya navdewletî, binpê dike.

Di heman demê de, çavkanîne Lîbî teqez kir, ku Qeter, Tirkiye û hikumeta Wîfaqê li hev kirine, ku pasportan bidin çeteyên ku Tirkiye û Qeterê, ji bo destekdayîna Wîfaqê, anîne Terablusê.

Li gorî agahiyan, ev çete wê bi erka parastina navendên Wîfaqê “ji destwerdana çeteyên li Terablusê” rabin.

Pasvanên dezgehên petrolê, zevî û benderên petrolê vekirin

Li aliyekî din, duh Sêşemê, pasvanên dezgehên petrolê, li ser fermana fermandarê giştî yê artêşê Xelîfe Hefter, zevî û benderên petrolê vekirin.

Li gorî Serokê pergala pasvanan Lîwa Nacî El-Mexribî, ev biryar, ji bo bidawîkirina azarên welatiyan û parastina adezgehên petrolê, hat girtin.

Back to top button