Monday 2026/06/08
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Zelensky bang li Putin kir: Em amade ne dest ji daxwaza endamtiya NATO berdin

March 22, 2022
in NÛÇE
A A
Zelensky bang li Putin kir: Em amade ne dest ji daxwaza endamtiya NATO berdin
Share on FacebookShare on Twitter

Yek ji sedema sereke ya êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna, nêzbûna wî ya bo NATO bû. Serokomarê Ûkrayna Zelensky yê beriya niha li wê yekê mikur hatî ku wê ticarî nebin endamê NATO, ev gotina xwe hîna zelaltir kir. Zelensky got, li hember agirbestê û vekişîna leşkerên Rûsyayê, Kîev jî dikare dest ji endamtiya NATOyê berde. Her wiha ew amade ne, rewşa Kirim û Donbasê jî gotûbêj bikin.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky dubare xwest ku bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re rasterast hevdîtinên aştiyê pêk bîne.

Volodymyr Zelensky ji medyaya Ûkraynayê re axivî û diyar kir ew amade ne ku “bi her şêweyî” bi Pûtîn re hevdîtinê pêk bînin.

Zelensky got, heke ew rû bi rû bi Putin re necive wê nekare bêje ka Rûsya bi rastî dixwaze şer biqede yan na.

Serokê Ûkraynayê diyar kir ku ew amade ne li hember agirbest, vekişîna leşkerên Rûsyayê û garantiya ewlehiya Ûkraynayê, lêgerîna xwe ya endamtiya NATO yê biqedînin.

“Ev wê ji bo her kesî lihevkirinek bikêrhatî be. Wê ji bo Rojava ya nizane di mijara NATO de bi mere çi bike û ji bo Ûkrayna ya garantiyên ewlehiyê dixwaze û ji bo Rûsya naxwaze berfirehkirina NATOyê bêtir bibe jî wê baş be.”

Volodymyr Zelensky diyar kir ku ger bi Putin re hevdîtin bike wê rewşa Kirima ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin û herêma Donbasê ya di bin kontrola cudaxwazên bi piştgiriya Rûsyayê de ye were gotûbêjkirin.

Zelensky bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Ez amade me ku di hevdîtina xwe ya despêkê ya bi serokê Rûsyayê re van mijaran vekim.

Eger firsendeke min a wisa hebe û Rûsya bixwaze, em dikarin van pirsgirêkan çareser bikin.

Ma em dikarin hemûyan çareser bikin? Na.

Lê şansê me heye ku em bi beşî ser bikevin û herî kêm şer rawestînin.”

Rûsiya ku di sala 2014’an de Kirim bi xwe ve girêda, serxwebûna “Komara Gel a Donetskê” û “Komara Gel a Luhanskê” ku ji aliyê cudaxwazan ve li herêma Donbasê ya li rojhilatê Ûkraynayê ye meha borî nas kiribû.

Her çend Zelensky îşaret bi wê yekê kir ku ew amade ye li ser rewşa van herêman gotûbêj bike jî, lê dîsan teqez kir ku ew navçe beşek ji Ûkraynayê ne û welatê wî teslîm nabe.

Previous Post

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî nîv mîlyon îmze hatin komkirin

Next Post

Rûsya êriş dike, Kîev wêran dibe

Weşana girêdayî

Li Humsê êrişa çekdarî; kesek hat kuştin
SÛRIYÊ

Li Humsê êrişa çekdarî; kesek hat kuştin

Navenda agirkujiyê ya Hesekê: 992 donim genim û ceh şewitîn
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Navenda agirkujiyê ya Hesekê: 992 donim genim û ceh şewitîn

Parêzgarê Hesekê bi şandeya hikumeta demkî re vegera koçberan nîqaş kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Parêzgarê Hesekê bi şandeya hikumeta demkî re vegera koçberan nîqaş kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye