Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî nîv mîlyon îmze hatin komkirin

Înisiyatîfa Gel a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê di 12’ê Çileya 2022’an de kampanya îmzeyan destpêkir. PYD`ê li bajar, navçe, bajarok û gundan komîte ava kirin û dest bi komkirina îmzeyan kirin. Li gorî daneyên komîteyan, heta niha zêdetirî nîv milyon îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13`ê Kanûnê de pêngaveke ji bo derxistina navê Partiya Karkerên Kudistanê (PKK) ji “lîsteya terorê” da destpêkirin.

Heta niha zêdetirî hezar kesayetên ji zêdetirî 30 dewletan tev li pêngavê bûne.

Di 12’ê Çileya 2022’an de Înisiyatîfa Gel a Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kampanya îmzeyan ragihand.

PYD`ê li bajar, navçe, bajarok û gundan komîte ava kirin ku serdana malan kirin û dest bi komkirina îmzeyan kirin.

Li gorî daneyên komîteyan, heta niha hejmara îmzeyan gihaşt 526 hezar û 295 îmzeyan.

Komkirina îmzeyan li seranserê Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyê dewam dikin.

Heta niha Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara îmzeyên ku ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hatine komkirin wiha ne:

Dirbêsiyê 3 hezar û 744

Holê 10 hezar

Til Temir 22 hezar

Şedadê 29 hezar û 500

Tirbespiyê 32 hezar û 58

Çilaxa 16 hezar û 284

Girkê Legê 26 hezar

Herêma Firatê 74 hezar

Şehba 41 hezar û 300

Minbic 180 hezar

Tebqa û Dêrazorê 140 hezar îmze hatin komkirin

Herwiha Li Reqayê jî pêngav heta 15`ê Nîsanê dewam dike.

Di heman çarçoveyê de Kurdên li Şamê jî di 8`ê Adarê de pêngava derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” dest pê kir.

Girêdayî mijarê, daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin mayîna navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de li pêşiya pêkanîna aştiyê li herêmê dibe astengî.

Dê encamên pêngavê ji YE û saziyên têkildar ên DYA`yê re bên pêşkêşkirin.

Back to top button