131 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 2 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 131 kesên din li herêmê bi vîrûsa Corona ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da. 

Desteya Tenduristiyê, eşkere kir jî ku li beramberî van pêketî û qurbanan, 9 kes jî ji vîrûsê baş bûn.

Bi vê yekê, li giştî herêmê heta niha zêdeyî 5 hezar kes nexweş ketine, bi dehan jiyana xwe ji dest daye û bi sedan jê baş bûne.

Ne tenê li herêmê, li seranserî cîhanê jî, rojane jimarên mezin tên tomarkirin û heta niha zêdeyî 50 milyon kes bi vîrûsê ketine.

Back to top button