Hesekê..Projeya zêdekirina enerjiya kehrebê hat destpêkirin

Desteya Enerjî û Peywendiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Gerînendetiya Kehrebê ya Hesekê re, toreke kehrebê ya nû çêdike.

2 xetên tansiyona bilind a kehrebeyê digihînin Hesekê û li tevahî taxan belav dibin, lê ji ber zexta zêde, kehreb qut dibû.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, xeteke nû ji stasyona veguherandinê ya li Xezel a rojhilatê Hesekê hate çêkirin.

Ew jî bi dirêjahiya 6 km di ser erdê û 500 m di bin erdê re ye.

Ev proje li Hesekê ya yekemîn e, bi wê re jî dê tevahî taxên Nasira, Kelasê, Meîşiyê, taxa Umran û Til Hecer bi kehrebe bibin.

Li gorî Buroya Lêkolînan a Navenda Kehrebe ya Hesekê, lêçûna vê projeyê derdora 127 hezar dolarî ye.

Back to top button