Li Arjantinê krîza aborî

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Zanîngeha Katolîk a Arjantînê ve hatiye kirin, asta xizaniyê ya welat di meha Çile de ji sedî 57,4 zêde bûye.

Di lêkolîneke dawî de ku li Arjantînê hat kirin derket holê ku li welêt xizanî di 20 salên dawî de gihîştiye asta herî bilind.

Ev hejmar di 20 salên dawî de li welatê ku nifûsa wê 46 mîlyon e, rêjeya herî zêde ya xizaniyê ye.

Li gorî raporê, li Arjantînê bi qasî 27 milyon kes feqîr in û ji sedî 15ê wan di “bêpariyê” de ne, ango ew nikarin bi têra xwe pêdiviyên xwe yên xwarinê bi cih bînin.

Di raporê de hat diyarkirin ku zêdebûna asta xizaniyê ya di meha Çile de hinekî jî ji ber daketina nirxa pesoya Arjantînê ya ji aliyê hikûmeta Serokdewlet Javier Milei ye.

Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku malên karker an çîna navîn ên ku bi bernameyên civakî alîkarî wernegirtine, bandora herî mezin dîtin.

Back to top button