‘Di bingeha êrişên Tirkiye û Îranê de dijbertiya gelê Kurd heye’

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Ehmed Seedî Pîre derbarê êrişên Tirkiy û Îranê de got; ” Di êrişan de dijbertiya Gelê Kurd heye.”

Endamê Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan YNK’ê, Ehmed Seedî Pîre li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistan daxuyaniyek da.

Pîre da zanîn ku li gorî madeya 110 ya destûra Iraqê, parastina sînoran erkê Hikumeta Iraqê ye û dikare rê li destdirêjiyên welatên cîran yên li ser serweriya Iraqê bigre.

Pîre destnîşankir ku divê Başûrê Kurdistanê ji Hikumeat Iraqê bixwaze bi erkê xwe rabe, ji ber ku di bingehên êrişên Tirkiye û Îranê de, dijbertiya Gelê Kurd heye.

Ehmed Seedî diyar kir ku Sistiya Iraqê ya erkê xwe parastina sînoran bi nakokiya PDK û YNK’ê ve girêdayê û Iraq ji wê sud digre.”

Di dawiya axaftina xwe de Seedî got; “Di vê aliyên siyasî bi taybetî PDK û YNK’ê nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin.”

Back to top button