HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de 12 leşkerên artêşa Tirk hatin e kuştin. Her wiha 4 caran bi çekên kîmyewî û qedexe qadên gerîla hatin bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama şerê li qadên parastinê yên Medyayê eşkere kir.
li gorî vê;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê 10 Kanûnê;
Li qada Berxwedanê ya Çemço tîmên gerîlayan 2 caran bi çekên giran li dagirkeran da.
Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin kuştin.
Her wiha tîmên gerîla yên bi tevger derb li wesayîteke leşkerî dan.
Li Herêma Berxwedanê ya Sîdayê jî hêzên gerîla bi çekên giran derb li dagirkeran dan.
Li vir jî dagirkerek hate kuştin û çeperek hate rûxandin.
Heman rojê dagirkerên ku xwestin bi çekên kîmyewî çeperên şer bombebaran bikin, gerîla li dijî wan çalakiyeke sabotajê li dar xist…
Li vir dagirker neçar man paşde vekşin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de di rojên 9 û 10 Kanûnê;
Artêşa Tirk a dagirker xwest ber bi qada Şehîd Andoq a herêma Girê Ortê ya Metîna ve bi pêş ve biçin.
Hêzên gerîla ji nêz ve bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan dan.
Di encamê de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin.
Dagirkeran piştî bombebaranek giran, bi helîkopterên Skorsky windahiyên xwe ji herêmê rakirin.
Heman rojê dîsa gerîlayan bi taktîka sabotajê derb li dagirkerên li qadê dan.
Her wiha Helîkopterên Skorsky ên xwestin li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî dakevin, bûn hedefa hêzên gerîla..
Helîkopter neçar man ji qadê derkevin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li hêrêma Xakûrkê jî 10 Kanûnê li Girê Şehîd Axîn, tîmên gerîlayan yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.
HPG: 4 Caran bi çekên kîmyewî û qedexe herêm hat bombebaran kirin
Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên paratinê jî HPG’ê got:
4 caran bi çekên kîmyewî,
22 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrîşê,
Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla hatin bombebarankirin.



