Parlamentoya Pakistanê heta hilbijartinên giştî hate rawestandin

Serokwezîr Şahbaz Şerîf daxwazname ya rawestandina meclîsê radestî Serokomarê Pakistanê Arif Alvî kir.
Piştî erêkirina Alvî, Meclisa giştî ya Pakistanê bi fermî hat betalkirin.

Meclisa giştî ya Pakistanê beriya hilbijartinên giştî yên îsal bên lidarxistin, betal bû.

Serokomarê Pakistanê Arif Alvî daxwaza Serokwezîr Şahbaz Şerîf ji bo rawestandina Meclisê beriya hilbijartinên pejirand.

Piştî erêkirina Alvî, Meclisa giştî ya Pakistanê bi fermî hat betalkirin.

Wê di mehên pêş de li Pakistanê hilbijartinên giştî bên lidarxistin

Tê payîn ku di nava 90 rojên pêş de hilbijartinên giştî bên lidarxistin.

Lê hêj demeke zelal nehatiye eşkere kirin.

Wezîrê Karên Hundir Rana Sanaullah duh ragihand li gorî serjimariya nû, dibe ku Komîsyona Hilbijartinan, hilbijartinên giştî ji bo Sibat an Adara 2024’an paşde bixe.

Tê çaverêkirin ku di navbera serokwezîr Şerîf û serokê opozisyona sereke Raja Riaz de heta hilbijartinên giştî yek weke serokwezîrê hikûmeta demkî were diyar kirin.

Lê heta ku serokwezîrê hikûmeta demkî diyar bibe dê Serokwezîr Şerîf li ser erka xwe bimîne.

Hilbijartinên herî dawî 25’ê Tîrmeha 2018’an hatibû lidarxistin

Herî dawî hilbijartinên giştî yên Pakistanê di 25’ê Tîrmeha 2018’an de hatibûn lidarxistin.

Wê demê hikûmeta Îmran Xan dest bi kar kir.

Di hilbijartinên 10’ê Nîsana 2022’an de jî hikûmeta Xan bi 174 dengan ji erk hate girtin.

Li cihê wî jî Şehbaz Şerîf li Meclisê bi 174 dengan wek serokwezîr hat hilbijartin.

Back to top button