Li Gabonê serdema malbata bongo ya 56 salî bidawî bû

Li welatê Afrîkaya Navîn Gabon a di warê petrolê de dewlemende, dawî li xanedana malbata Bongo ya nîv sedsalî hat.
Serokê nû Brice Oligui Nguema û rêveberiya welat bi fermî girt destê xwe.

General Nguema yê 30’ê Tebaxê desthilatdarî bi dest xistibû, li ber Dadgeha Destûra Bingehîn sond xwar û bû serokê “Dezgeha Veguhêz”.

Nguema di merasîmê de careke din soza veguhestina bo demokrasiyê da.

Generalê Gabonê demeke dirêj di rêveberiya malbata Bongo de erkên di asta jor de girtibû.

Tê zanîn ku Nguema yê ji 2019’an ve Fermandeyê Parêzvanên Komarê ye, bi malbata Bongo re hem di warê xizm û hem jî têkiliyên demdirêj heye.

Li Gabonê darbe

Li Gabona welatê Afrîkaya Navîn, komek leşker di 30’ê Tebaxê de, ketin avahiya televîzyona neteweyî û ragihandin ku wan dest daniye ser rêveberiyê.

Leşkerên ku ji xwe re digotin “Komîteya Veguheztin û Vegerandina Saziyan (KTRI)” ragihandin ku hilbijartinên 26ê Tebaxê hatin betalkirin û sînorên welêt hatin girtin.

Li Gabonê darbe: Cûnta leşkerî soza demokrasiyê da

Back to top button