Rêveberiya Xweser: Komkujiya Cindirêsê bi fermana artêşa Tirk pêk hat

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û 32 partî û rêxistinên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniên cuda komkujiya Li Cindirêsê şermezar kirin û gotin komkujiya Cindirêsê bi fermana artêşa Tirk a dagirker pêk hatiye.
Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Meclisên PYD’ê yên li navçe û bajarên herêmê jî banga bidawîkirina dagirkeriya Tirkê kirin.

Nerazîbûnên li hember kuştina 4 ciwanên Kurd li Efrînê zêde dibin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê têkildarî komkujiya Cindirêsê, daxuyaniyek da û got: Komkujiya Cindirêsê di çarçoveya rêze-sûcên rojane li herêmên dagirkirî, bi destên van koman tên kirin, pêk tê.

Ev kom yekser bi fermana artêşa Tirk a dagirker, saziyên wê û Îtîlafê tev digerin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku armanc ji van kiryaran guhartina demografiya herêmê û valakirina herêmê ji xwecihên wê ye da ku projeyên xwe yên mêtingeriyê pêk bînin.

Rêveberiya Xweser bang li tevahî gelê Sûriyê kir ku li kêlek koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî bisekinin.

Her weha bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin, da ji herêmên dagirkirî derkevin.

Partiyên Siyasî: Dewleta Tirk û Îtîlaf berpirsên komkujiya Cindirêsê ne

32 partî û rêxistinên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, li Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist.

Partiyên siyasî di daxuyaniyê de ev tişt gotin:

Ev sûc, rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, nexasim li herêma Efrînê eşkere dike.

Efrîn ji 5 salan ve êşên qetilkirin, girtin, îşkecne û dizînê ji hêla komên terorîst ên Tirkiyê dikişîne.

Dewleta Tirk a dagirker û Îtîlaf berpirsên sûcê li Cindirêsê ne.

Partiyên siyasî bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY kir, ku bi lez tev bigerin û dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bikin.

Heleb-Komkujiya li Cindirêsê hat şermezarkirin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî derbarê mijarê de daxuyanî da û sûcên çeteyên dewleta Tirk şermezar kirin.

Meclisê bang li cîhanê kir ku sûc û dagirkeriya li Efrînê bi dawî bikin.

Her weha li navçeya Til Rifetê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê komkujiya Cinderesê şermezar kir.

Meclisên PYD ‘ê banga hesabpirsînê ji dwleta Tirk a dagirker kir

Têkildarî heman komkujiyê, meclisên PYD’ê yên bajarên Qamişlo, Tirbepsiyê, Çilaxa, Til Birak, Til Hemîs, Reqa û Hesekê daxuyaniyên hevbeş dan.

Meclisên PYD’ê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî kir û got: “Em ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî têkoşînê dewam bikin.”

Back to top button