Çalakiyên Nobeta Edaletê Yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bê navber didome.Çalakvanan di peyamên xwe de bal kişandin ser girîngiya çalakiyê, banga mezinkirina berxwedanê li gel kirin û gotin: Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin.
Bijî berxwedana Zindanan.
Li her bajarekî ku nobet lê tê girtin ev dirûşme lê tê bihîstin..
Bi vê dirûşmeyê hêz, moral û piştgiriyê didin çalakvanên di greva biçîbûnê de.
Çalakiya nobetê ya li bajarê Mêrdînê jî bi serdanên welatiyan dewam kir.
Nobeta Edaletê ya li Edeneyê bi heman daxwaz, dirûşme û hêvî di roja 47’an de dewam kir
Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyên Edeneyê serdana çalakvanan kirin.
Çalakvanan daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyan kirin.
Bajarê Wanê jî çalakiya xwe ya nobetê didomînin.
Xizmên girtiyan gotin, em dixwazin agahiyekê ji rêberê xwe bigirin û tecrîdê bişkînin.
Çalakî bi stran û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dewam kir.
Îzmîr jî yek ji bajarê ku di ji bo edaletê di nobetê de bû.
Nobeta Edaletê bi serdana welatiyan û bi kilamên dengbêjan dewam kir.
Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 46’an bi biryardarî didome.
Çalakvan û kesên ku hatin serdanê di peyamên xwe de bal kişandin ser girîngiya çalakiyê û banga mezinkirina berxwedanê li gel kirin.
Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja 54’an de didome