Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlibê bombebaran kir

​​​​​​​Hêzên Hikûmeta Şamê çiyayê Zawiyê yê Idlibê ku cihekî dewleta tirk lê heye, topbaran kir. Di 24 seatên dawî de li Çolistana Sûrî jî li dijî cih û deverên DAIŞ’ê balafirên Şer ên Rusyayê êriş pêk anîn.

li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên hikumeta Şamê girê Pêxember Eyûb ê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ku li gir cihekî leşkerî yê dewleta Tirk a dagirker heye, topbaran kir.

Di heman demê de gundên Bêlûn û Merata yên çiyayê Zawiyê jî bombebaran kirin.

Der barê encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.

Balafirên Rusyayê deverên DAIŞ’ê yê li çolistan Sûrî bombebaran kirin

Her wiha çavdêriyê diyar kir di 24 saetên dawîn de balafirên Rûsyayê 60 êriş li dijî nuqteyên çeteyan pêk anîn.

Hat diyar kirin ji Mijdarê ve hejmara êrişên balafirên Rûsyayê yên li dijî nuqteyên DAIŞ`ê ji 500 derbas kir.

Back to top button