Di lîsteya Welatên Dijmin a Rûsya de, DYA û Çekya jî hene

Hikumeta Rûsya, bi fermana Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin lîsteya ku 23 Nîsanê di çarçoveya “Welatên Dijmin” de amadekirî bi awayekî fermî erê kir.
Di lîsteyê de, DYA û Çekya jî hene.

Di biryarnameyê de hate gotin lîsteya “Welatên Dijmin” yên Rûsya û welatiyên wê dikin hedef, hatiye erêkirin.

Ev lîste 23 Nîsana 2021’an li ser daxwaza Serokdewletê Rûsya Putin hatibû berfirehkirin.

Li gorî vê, DYA û Çekya ku cihê xwe di lîsteyê de digrin beşek ji cezayan li ser hatiye birîn.

Wê di balyozxaneya DYA ya li paytext Moskowayê de ti welatiyên Rûsya kar neke.

Çekya jî tenê dikare bi 19 Rûsan re peymana kar îmze bike.

Li aliyekî din, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova di axaftina xwe ya beriya niha kirî de jî wiha gotibû:

DYA û Çekya jî di nav de ew ji bo “Welatên Dijmin” lîsteyekê amade dikin.

Ev biryar jî ji ber helwestên herdu welatan yên li dijî Rûsya hatiye girtin.

Back to top button