Hevraporterên konseya Ewropayê bi şaredarên bajarêm mezin re civiyan

Hev-roportorên Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Konseya Ewropayê li Amedê bi hevşaredarên HDP’ê re ku ji peywirê hatine seknandin rûniştin.

Hevroportorên Konseya Ewropayê Jakob Wienen û Yoomî Renstrom ji bo hin hevdîtinan li Amedê kirin.

Raportor bi Hevşaredariyên Şaredariya Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê re rûniştin.

Di hevdîtinê de li ser darbeya qeyûm, gavên nehiqûqî yên li ser rêveberiyên xwecih û encamên wan hate axaftin.

Her wiha hate diyar kirin ku pergala hevseroktiyê demokrasiyê geş dike, yek ji rêgeza sereke ya siyasetê ye ku mirov nikare dev jê berde.

Hevşaredar jî wê dosyaya bêhiquqiya ku li wan hatiye kirin radestî şandeyê bikin.

Leave a Reply

Back to top button