Balafirên Tirkiyê, herêma Zînê Wertê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, herêma Zînê Wertê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Rojnamevan û çavdêrên siyasî diyar dikin ku rewşa li wê herêmê pirsgirêkeke siyasî û planeke derve ye. Rojnamevanan her wiha teqez kir ku “eger Başûr ber bi şerekî birakujiyê ve biçe, wê dawî li tecrubeya wê were”. 

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, duh danê şevê herêma Zînê Wertê ya di navbera çiyayê Karox û Qendîlê de, bombebaran kir.

Di encamê de, heta niha ti ziyan derneketiye.

Li gorî agahiyan, berî 2 rojan PDK’ê hêzêke nû û çekên giran şandinbû Zînê Wertê, lewma alozî di navbera PDK û YNK’ê de zêdetir bû û hemwextî wê, balafirên Tirkiyê bênvber li ser herêmê digeriyan.

Kemal Reûf: Rewşa li Zînê Wertê, pirsgirêkeke siyasî û planeke derve ye

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Kemal Reûf diyar kir ku rewşa li Zînê Wertê, pirsgirêkeke siyasî û planeke derve ye û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerekî birakujiyê dest pê bike û tevlî vî şerî bibe.

Şwan Mihemed: Eger Başûr ber bi şerekî birakujiyê ve biçe, wê dawî li tecrubeya başûr bê

Her wiha Çavdêrê Siyasî Şiwan Mihemed jî der barê rewşa Zînê Wertê de axivî û got:

” Eger Başûr ber bi şerekî birakujiyê ve biçe, wê xwekujiyeke siyasî çêbibe û wê dawî li tecrubeya Başûr were.”

Komîteya Karê Derve ya KCK’ê: Divê hemû hêzên ku bûne sedema rageşiyê, ji herêmê vekişin û vegerin qadên xwe

Li aliyekî din jî, Komîteya Karê Derve ya KCK’ê, îro bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku “şandina hêzeke nû, piştrast dike wê di navbera hêzên Kurdî de alozî zêdetir bibin”.

Di daxuyaniya KCK’ê de hat xwestin ku gelê Başûr fişarê li partiyan bike, da ku nebin lîstik û nekevin davên dewleta Tirk.

KCKê her wiha bang li tevahî hêzên ku bûne sedema rageşiyê kir, ku ji herêmê vekişin û vegerin qadên xwe.

Heta niha, nayê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker, ev bombebaran li dijî hêzên YNK’ê pêk aniye yan hêzeke din?

Back to top button