Berpirsên Fransî êrîşên Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Di serdana Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên li Fransayê, berpirsên Fransî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên li Fransayê ye û civînên wî yên bi rayedarên Fransî re dewam dikin.

Fuad Hisên bi serokê Komîteye Dostaniya Iraq û Fransayê ya Komeleya Niştimanî ya Fransa Can Cak û endamên din yên lijneyê re civiya.

Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hate parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê ji bo dij derketina terorê, wê peywendiyên Iraq bi welatên Ewropa re dewam bikin û wê di aliyê aborî, siyasî û rewşenbîrî de jî ev peywendî werin xurtkirin.

Her wiha Fransayê destwerdana leşkerî ya Tirkiyê a li Başûrê Kurdisatnê şeremzar kir.

Hate gotin ku wê Fransa j bo parastina serweriya Iraqê piştgiriya Iraqê bike.

Back to top button